Duration 10:22

Ji xeta 15’ê Tebaxê heya xeta 15’ê Sibatê; Di nav PKK ê de çek û dijwarî - Beşa 6

325 watched
0
14
Published 20 Nov 2021

Çalakiyên Erûh û Şemzînanê ku wekî Pêngava 15 ê Tebaxê tê binav kirin, pêvajoyeke bi encamên girîng da destpêkirin. Di şîrovekirina vê pêvajoyê de xeletiya herî mezin ewe ku nêzîkatiya vê çalakiyê û encamên wê bi tevayî ji bo PKK ê têne hesibandin. Çawa îdîaya PKKê ku dibêje çalakiya 15 Tebaxê me bi tena serê xwe kir di warê dîrokî, siyasî û sosyolojîk de neraste, heman tişt ji bo wan kesên ku PKK ê rexne dikin dibêjin ku "ev çalakî provokasyona PKK ê bû" di warê dîrokî, civakî û sîyasî de dinava xeletîyê de na. Ji ber ku ne yên ku çalakiya 15 ê Tebaxê li dar xistine û ne jî yên li dora wê çalakiyê kom bûne ti têkiliya wan bi îdeolojiya PKK ê û kesayeta Ocelan re nîne. Çalakî ne ya PKK ê bû, ev serhildana gelê Kurd a li dijî mêtingeriya Tirk bû. https://darkamazi.net/kurdi/archives/1024555

Category

Show more

Comments - 5